“Soma û Sirwe Pûrmihemedî”, “Sêywan Îbrahîmî” ji Endamên Encûmena Çandî-Civakiya “Nojîn” û “Ayet Arifîniya” birêveberê kanala telegramiya “Abdanan der guzerê zeman” ji girtîgehên rejîmê hatine azadkirin.
Pêka rapora nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, Soma Pûrmihemedî, Sirwe Pûrmihemedî du xwîşk û Endamên Encûmena Çandî-Civakiya “Nojîn” bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji “Kanûna Îslah û Terbiyet” a rejîmê li bajarê Sinê hatine azadkirin.
Herwisa Endamê Heyeta Birêpveberiya Encûmena Çandî-Civakiya “Nojîn” û mamosteyê zimanê Kurdî “Sêywan Îbrahîmî”, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgeha Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê hate azadkirin.
Herwisa Birêveberê Kanala Telegramiya “Abdanan der guzerê zeman” û mafnas “Ayet Arifîniya” piştî, ji girtîgeha rejîma Îranê li bajarê Îlamê hate azadkirin.
Ew çalakvanên medenî yên Kurd li heyama binçavkirinê de ji mafê hevdîtin digel malbatên xwe û mafê hebûna parêzer, bêpar bibûn.