Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Me sê peyamên sade û rohn bo rejîma Îranê hene

10:20 - 14 Şibat 2023

Wezareta Derve ya Amerîkayê di hevpeyvînekê digel kanaleke Kurdî ragihandiye, wan sê peyamên “sade û zelal” ji Îranê re hene.

Tora medyayiya Rûdawê hevpeyvînek derheq rêkevtina Bercamê digel “Nêd Pirays” Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê kiriye û jê pirsiye, axo we çi civîneke nerastevxwe digel Îranê heye?

Di bersivê de berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye, peyama me ji bo Îranê sade ye û sê xalên zelal li xwe digire, “dev ji kuştina xelkê xwe berde, ji dana balafirên bê balafirvan bo Rûsiyayê xwe biparêze, ew hevwelatiyên Amerîkayî yên ku bi şaşî binçav kirine, azad bike.”

Amerîka dibêje ti danûstandinek derheq zîndîkirina Bercamên digel rejîma Îranê di gorê de nîne û Amerîka behsa binpêkirina mafê mirovî ji aliyê rejîma Îranê ve dike; Lê rejîma Îranê ne girîngiyê bi mafê mirovî dide û ne jî dest ji alîkariya bi Rûsiyayê û girûpên terorîstî re dikêşe.