Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtî li girtîgeha Urmiyê hatine bidarvekirin

10:55 - 14 Şibat 2023

Sibeha îro Sêşemî 25ê Rêbendanê, cezayê îdama du girtiyên Kurd li girîgeha navnedî ya bajarê Urmiyê bi rê ve çû.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê belav kiriye ku du girtiyên Kurd yên bi navên “Mihemedelî Extarî Kehlan” û “Mîlad Cacûyî Xanik” li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatine bidarvekirin.

“Kurdpa”yê daye zanîn, ev du girtî roja Yekşemî 23ê Rêbendanê ji bo cîbicîkirina cezayê bi ser wan de hatî sepandin ji bo odeya takekesî hatibûne veguhestin.

Ev du girtiyên han di Rezbera sala 1397an de tevî welatiyekî din yê bi navê “Milad Xefarzadê Qere Qişlaq” bi tohmeta “diziya çekdarane ya kuştin li pey” ji zêranxaneyek bajarê Urmiyê, li Xakelêweya sala 1398an a Rojî, ji aliyê taya duy a dadgeha Şoreşa rejîmê li bajarê Urmiyê bi tohmeta “diziya çekdarî” bi îdamê hatibûne cezadan.