Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Baneyê hevkariyên xwe yên mirovî gihndine bajarê Xoyê

11:02 - 14 Şibat 2023

Di berdewamiya komkirina alîkariyên mirovî bo berketiyên erdheja Xoyê, di hewleke mirovperwerane de xelkê bajarê Baneyê alîkariyên xwe yên mirovî gihandine xelkê zirardîtî yên erdheja bajara Xoyê.

Piştî banghêjiya çalakvanên medenî bo komkirina hevkariyên mirovî bo xelkê zirardîtî yên erdheja Xoyê, xelkê welatparêz û mirovperwer ên Kurdistanê hevkariyên xwe gihandine destê xelkê bajarê Xoyê û vê carê jî Encûmena “Pajîn” a bajarê Baneyê, roja Duşemî 24ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, alîkariyên xwe yên komkirî gihandine destê berketiyê erdheja bajarê Xoyê.

Herwisa komkirina alîkariyên mirovî bo berketiyên erdheja Xoyê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e û her carê ji bajarekî ve bo bajarê Xoyê alîkariyên mirovî têne şandin.

Hêjayê gotinê ye ku piştî derbasbûna çendîn rojan ji erdheja bajarê Xoyê, niha jî xelkê vî bajarî li sir û seqema dijwar di bin xîvetan de dijîn û rejîma gendel a Îranê bi cihê gihandina alîkariyan bo bajarê Xoyê, hevkariya Sûriyê dike.