Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 37 hezar kes li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê bûne qurbanî

11:06 - 14 Şibat 2023

Pêka dawî amarên erdheja roja Duşemî 17ê Rêbendanê ku Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiye û Sûriye hejand, heta niha zêdetir ji 37 hezar û 32 kesan canê xwe ji dest dane û ji vê rêjeyê 32 hezar û 605 kes li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bûne qurbanî  û 5 Hezar û 300 kes jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, û herwisa 93 Hezar kes jî li her du welatan birîndar bûne.

Lêgerîn bona peydakirina welatiyan di bin avahiyên herifî de berdewam e û her bi vê sedemê amar xulek bi xulek zêdetir dibin.

Saziya Bûyerên Pêşbînînekirî ya Tirkiyê ragihandiye ku, ji 17ê Rêbendanê heta niha zêdetir ji 2 Hezar û 400 paşhej hatine.

Netewên Yekgirtî huşdarî daye ku 870 hezar kes li seranserê Bakur û Rojavayê Kurdistanê û herwisa Tirkiye û Sûriyê hewcehiyên lezgîn bi hevkariyên mirovî hene, û hevdem zêdetir ji 5.3 miliyon kes jî, bi sedema erdhejê avare bûne, û herwisa ragihandiye ku bi sedema vê erdhejê rêjeya qurbaniyan dê ji 50 hezar kesan zêdetir bibe.

Herwisa Netewên Yekgirtî ragihandine ku erdhejê bandor li ser jiyana 24.4 miliyon kesan di pantahiyek 450 km li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û 250 km li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê daniye ku 1.4 miliyon ji wan, zarok û nûciwan bûne.