Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê îdama sê girtiyan li girtîgeha Erakê hat cîbicîkirin

11:58 - 14 Şibat 2023

Pêka rapora “Hêrana”yê Organa Komek ji Çalakvanên Mafê Mirovî ya Îranê roja Sêşemî 25ê Rêbendanê, cezayê îdamkirina 3ê kesan li girtîgeha “Erak”ê hat cîbicîkirin.

Ew 3 kes berê bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatibûne binçavkirin û bi îdamê hatibûne cezadan û di girtîgeha “Erak”ê de binçavkirî bûn, û duh roja Duşemî bo odeyên yaketesî yên wê girtîgehê hatibûne veguhastin, û îro her li wê girtîgehê cazayê wan hate cîbicîkirin.

“Hêrana”yê ragihandiye ku hêj nasnameya wan 3 girtiyan eşkere nebûye.

Pêka amarên ku ji aliyê navendên mafê mirovî yên Îranê ve hatine tomarkirin di sala 2022an de cezayê îdama 565 kesan li Îranê ji aliyê rejîmê ve hatiye cîbicîkirin.