Pêka zaniyariyên belavbûyî, gola Urmiyê ku ji hezaran salî berî niha ve her tim tejî av bûye, bi sedema neşiyan, birêveberiya şaş û bi armancên qazanca demkî ya aborî ji aliyê rejîma Îranê ve tê çikkirin.
Bi sedema hebûna lîtiyom di bin avên gola Urmiyê de, rejîma Îranê bi zanebûn, bendavavên zêde li ser rûbarên ku dirijine nav gola Urmiyê de çê kirine û rêgirî ji herikîna avê bo vê golê kiriye û herwisa bi çêkirina pira Urmiye-Tewrêz li nav vê golê, çikkirina avê lezgîntir kir.
Di vê derheqê de karnasekî bisporê av û êkosîstemê yê bi navê “Mihemed Derwîş” di hevpeyvînekê digel nûçegihaniyên ser bi rejîmê gotiye: “Gola Urmiyê sala 1375an 33 milyard metra 3cî av hebû ku niha kêmtir ji 1 milyard metra 3cî av heye û em dikarin bibêjin ku em di qonaxa herî xirab de ne, çimkî asta ava golê ti carî bi qasî niha nedaketibû, û rengehiya çikbûna tevaw ya golê di havîna bê de heye”.
Eger gola Urmiyê çik bibe, 6 milyon kes bi awayê rasterast û 15 milyon kes bi awayê nerasterast rastî xisaran tên, bahozên xwê dê sirûşt û werzêriyê tûşê xisarên gelek zêde bike û piraniya wan ji nav bibe.
Rejîma Îranê heta niha bilî xerckirina bûdceya zindîkirina vê golê di cihên din de ti karek din nekiriye.