Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên erdhejdîtiyên bajarê Xoyê pişt guh havêtine

12:43 - 2 Şibat 2023

Pêka dîmenên belavbûyî yên di torên civakî de, piştî derbasbûna çend rojan li ser erdheja bajarê Xoyê, heta niha jî, hawarçûna navendên û alîkarî gihandin  yên rejîmê, bo xelkê erdhej dîtî, ti pêngavek nehavêtine.

Pêka vîdyoya ku welatiyekî xelkê Xoyê girtiye, duh şev nêzî 2 Hezar welatiyên erdhej berketî yên wî bajarî bona pêranegihîştin û xemsariyên rejîmê, welatî li ber deriyê fermandarî û Hevya Sor ya bajêr kom bûne û nerizayetiya xwe nîşan dane lê rejîm bi hêzên serbazî li hember wan rawestane û bi tundûtîjî digel wan reftar dikin.

Herwisa di girte vîdyoyek din de, welatiyek hawar dike û dibêje, ev çend rojin li ser erdhejê de derbas dibe heta niha ne fermandar, ne parêzgar û ne jî nûnerê diyar ninin, û heta ti tiştek jî ji me ra nedane, ev rewşa me ye, û me tenê xêwet hene ku ev jî ya erdheja salên borî ye.

Di girte vîyoyek din de jî, jinek bi temen dibêje, dengê me bigihînin her cihî, me ti tişt nine û kes jî hawara me de nayê.

Dubare jinek dina bi temen rû li berpirsên rejîmê dibêje, ji me qewmiye û xelkên bajarên din yên weke Selam urmiye bi hawar me tên û hewcehiyan bo me tînin çima hûn berahîka wan digirin, xwe berîka we der nakeve, zivsitan e hewa sar e û sobe û kincên gerim hewce ne, çima berbestan çê dikin, çima nahêlin xelk bi hawara me bên.

Di girte vîdyoyekê din de jî nîşan nîşan dide ku, rejîmê hêzeke serbazî ya zêde li ser rêyên çûna bo nav bajarê Xoyî cihgîr kiriye û pêşî ji alîkariyên welatiyan yên li bajarên din ku bo xelkê Xoyê yên erdhej dîtî dibin digirin.

Herwisa di hin girte vîdyoyan de belav bûye ku, erdehej berketiyên Xoyê dibêjin, ti berpirsek diyar nine û em birçî ne û me ti tiştek nine û herwisa dibêjin eger heta niha erhejê em nekuştine lê, berpirs dê me bikujin.