Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma serkutkar mamosteyek olî yê Kurd binçav kirin

09:59 - 15 Şibat 2023

Di berdewamiya binçavkirina kesayetî û mamosteyên olî yên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve, duh roja Sêşemî 25ê Rêbendana 1401an a Rojî, mamoste “Fetula Rostemî” pêşnmêjê Înê yê xelkê gundê “Meraxan” yê ser bi bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar hate veguhastin.

Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, ew mamosteyê olî yê Kurd bi mebesta hevkarîkirina xelkê zirardîtiyên erdheja bajarê Xoyê, ber bi bajarî ve diçe û navbirî li destpêka bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve tê girtin.

Tohmetên ku li dijî wî mamosteyê olî hatinî sepandin û cihê ragirtina wî ti zanyariyek serast nehatiye belavkirin.

Li gor amarên “Kurdpa”yê, ji destpêka serhildana seranserî ya li Kurdistan û Îranê, heya niha 27 mamosteyên olî yên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine banghêjkirin û girtin.