Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş hevwelatiyên Ehwazî bi îdamê hatine tohmetbarkirin

10:09 - 15 Şibat 2023

Saziya Mafê Mirovî ya “Ehwaz”ê daye zanîn ku dadgeha Şoreş ya rejîmê li bajarê Ehwazê ji bo 6 girtiyên siyasî yên Ereb li girtîgeha “Şîban” a Ehwazê, cezayê bidarvekirinê derkiriye.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Ehwaz”ê, sibêdeha Sêşemî 25ê Rêbendana 1401an a Rojî, taya 4 a dadgeha Şoreş a rejîmê li Ehwazê cezayê bidarvekirina wan 6 girtiyan derkiriye.

Wê saziyê roja Sêşemî 25ê Rêbendanê di rapora xwe de, navên van hevwelatiyên girtî bi “Elî Mojdem” kurê Salih, "Moîn Xenferî", kurê Sadiq, Mihemedriza Muqedem û kurê Mihemedelî, "Seyîd Selîm Mûsewî", kurê Xelef, Seyîd Ednan Mûsewî kurê Yûnis û Hebîb Derîs, kurê Ebdulemîr” ragihandiye.

Herwisa 6 hevwelatiyên Ereb yên girtî di girtîgeha “Şîban” a Ehwazê de bi girtîgeha demdirêjî hatine cezadan.

Tevî vê ku rejîma Îranê propagendeyan bi lêborîna rêberê xwe ve dike, lê bi sedan girtî di bin metirsiya îdamkirinê de ne û bi taybetî gelek ji wan di bin îşkence û bêparbûn ji xizmetguzariyên pizîşkî de ne.