Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ned Price: Amerîka digel hebûna rêberê ElQa`îde li Îranê hev nerîn e

11:59 - 16 Şibat 2023

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê di civîneke çapemeniyê de got: Amerîka digel rapora tîma çavdêr ya tehrîmên Saziya Navneteweyî li derheq hebûna “Sêyf El_Edil” rêberê nû yê girûpa “El_Qa`îde” li Îranê, hev nerîn e.

“Ned Price” di berdewamiyê de got: Eva jî yek din ji mînakên piştevaniya rejîma Îslamiya Îranê ji terorîzim û kriyarên têkdana ewlehiya Rojhilata Navîn e.

Herwisa wî berpirsê Amerîkayê ev yek jî pejrandin ku: Alîkariya Amerîkayê digel hevpeymanên wê û çavdêriya berfirehtir li ser aloziyên ku Îran pêk tîne û yek ji wan piştevaniya rejîmê ji terorîzimê ye, dê berdewam be.

Tîma çavdêr ya li ser tehrîmên Saziya Navneteweyî di rapora xwe de ragihandiye ku, piraniya endamên vê tîmê li ser vê baweriyê ne ku rêberê niha yê girûpa “E_Qa`îde” yê bi navê “Sêyf El_Edil” ev heyama salan e ku li Îranê de di bin parastina rejîma Îslamî de çalakiyên xwe berdewam dike.

Her di vê pêwediyê de, Wezareta Amerîkayê 10 milyon xelat bona peydakirina “Sêyf El_Edil” ku di êrîşa li ser balyozxaneyên Amerîkayê yên li Afrîkayê de rol hebûye, diyar kiriye.