Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê dorpêçên nû dixe ser rêkxiravên pêwendîdar bi Spaha Pasdaran

12:01 - 16 Şibat 2023

Malpera “Aksîyus” pêka gotina du berpirsên paye bilind yên Yekîtiya Ewropayê, di raporekê de nivîsandiye: “Tê çavnihêrîkirin ku Yekîtiya Ewropayê 7 rêkxiravên pêwendîdar bi Spaha Pasdaran yên rejîma Îranê bixe nava lîsteya nû a dorpêçan de”.

 Roja Çarşemî 26ê Rêbendanê, malpera “Aksîyus” di raporekê de tevî îşare kirin bi şandina dironên xweteqîner ji aliyê rejîma Îranê ve bo Rûsiyê û bikaranîna Rûsiyê bo şer digel “Ukrayn”ê pêka gotinên du berpirsên paye bilind yên Yekîtiya Ewropayê nivîsandiye: Nîgeraniyên Yekîtiya Ewropayê li derheq piştevaniya rejîma Îranê ji Rûsiyê bo şandina çek û teqemeniyan bo wî welatî roj bi roj zêdetir dibe û Yekîtiya Ewropayê niha zêdetir ji hemû demekê Spaha Pasdaran xistiye bin çavdêriyê de.

Di vê pêwendiyê de berê jî “ Orsêla Fondêr Layîn” berpirsê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihandibû ku dorpêçên nû yên li dijî rejîma Îranê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê di rê de ne.

Navbirî di kombûna roja Çarşemî li Yekîtiya Ewropayê li “Sitarborg”a Fransayê de ragihand, “Rûsiye” sedan dironên rejîma Îranê li şerê dijî “Ukraynê” bikaranîne, lewma bo yekemîn car e li Yekîtiya Ewropayê pêşniyara dorpêçên nû bo ser rêkxiravên serbazî yên Îranê bitaybet Spaha Pasdaran hate ber bas.