Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendên ewlehî yên rejîmê, mamoste Îbrahîm Kerîmî Nenele neçarkirine ku daxwaza lêborînê bike

12:26 - 16 Şibat 2023

Îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê “Sinê” bi girtina girte vîdyoyekê ji mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenele” pêşnimêjê mizgevta gundê “Nenele” yê girêdayî bajarê “Sinê” ew neçarkirine ku daxwaza lêborînê ji melayên girêdayî rejîmê bike.

Pêka çavkaniyek agehdar roja Înê 21ê Rêbendanê, girte vîdyoyek ji mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenele” ji aliyê îdareya Îtilaata “Sinê” hatiye girtin ku di nava kanala Telegramî a wî mamosteyî de jî hatiye belavkirin, di vê vîdyoyê de mamoste “Îbrahîm” ji melayên girêdayî rejîmê ku di kombûnên îdareya “Oqaf” de beşdar in, daxwaza lêborînê kiriye.

Çavkaniya agehdar ragihandiye ku, ew vîdyo li îdareya Îtilaata Sinê hatiye girtin û hêzên rejîmê bi mobayîla mamoste “Îbrahîm” di nava kanala wî de belavkirine.

Herwisa çavkaniya agehdar daye zanîn ku, mobayîla mamoste “Îbrahîm” di destê hêzên rejîmê de ye.

Çavkaniya agehdar ragihandiye ku ew mamosteyê Kurd zêdetir ji heftiyekê ye ku digel malbata xwe ti pêwendiyek nebûye û herwisa ji mafê hebûna parêzer jî hatiye bêparkirin.

Mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenele” di dema xwenîşandanên seranserî de rû li melayên girêdayî rejîme gotibû, bo 5 miliyon Tumenî xwe û dînê xwe nefiroşin û li kêlega xelkê xwe bin.

Roja Duşemî 10ê Rêbendanê, mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenele” bi bê hebûna belgeyên yasayî li rêya bajarê “Merîwan”ê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.