Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamiya Îranê xwînê ji nexweşên nexweşxaneya Duzapê re nade

16:09 - 16 Şibat 2023

Piştî Îna xwînavî ya 8`ê Rezbera îsal, ku di wê rojê de hêzên serkutker yên rejîma Îslamiya Îranê bi çekên giran êrîşî ser xelkê mafxwaz yên Duzapê kir, û bi sedan ji hevwelatiyên Belûç yên Duzapê birîndar û şehîd kirin, nexweşxaneyên wî bajarî hîn jî di rewşek normal de nin û kêmasiya kêmbûna xwînê hene.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Reseda Belûçistan”, nexweşên Hêhofîlî û Talasimî yên li nexweşxaneya Duzapê di rewşe xerab de ne û xwîn bo wan peyda nabe û kêmiya xwînê bo wan nexweşan bûye cihê nîgeraniya malbatên wan.

Herwisa, Kempeyna Çalakvanên Belûç ragihandiye ku, berpirsên dadwerî û leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê li Belûçistanê bi dehan welatiyên wî bajarî ku bê nasnamene bi hinceta xelkê biyanî binçav kirine.

Berê jî Kempeyna Çalakvanên Belûç li rêkevta 14`ê Befranbara îslam ragihand bû ku, hêzên rejîmê ciwanê Belûç yê bi navê “Ebdulselam Xarkûhî” kurê Mihemed binçavkiribûn, bi sebeba nebûna nasnameyê, ew wekî welatiyê Efxanistanê û bi derbaskirina neyasayî ya sînûr tohmetbar kiribûn.