Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamoste Yûnis Newxah bi danîna barimteyê ji girtîgeha Urmiyê hat azadkirin

18:59 - 16 Şibat 2023

Roja Pêncşemî 27ê Rêbendanê, mamoste “Yûnis Newxah” yek ji mamosteyên Zanista Olî ya Xwandingeha Olî ya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê “Pîranşar”ê bi danîna barimteya 500 miliyon Tumenî ji girtîgeha Navendî ya bajarê “Urmiyê” hat azadkirin.

Ew mamosteyê olî yê Kurd piştî bidawîhatina heyama lêpêçînê ji girtîgeha îdareya Îtilaata rejîmê bo girtîgeha Navendî ya bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin û di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Ew mamosteyê Kurd di heyama binçav kirinê de rastî lêdan û azar û îşkenceyê hatibû.

Roja Sêşemî 4ê Rêbendanê, mamoste “Yûnis Newxah” li rêya “Peswê bo Pîranşar”ê bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin.

Roja Duşemî 26ê Befranbarê, mamoste “Yûnis Newxah” ji aliyê taya 6 a dadgeha taybet bi “Rûhaniyan” li bajarê “Tewrêz”ê bi serokatiya “Elî Esixer Huşiyar” bi girtîgeh û bêparbûna ji cilûbergên mamosteyan hatibû cezadan.