Duh şev 27ê Rêbendana 1401an a Rojî, piştî vê ku azadîxwazan banghêjî ji bo serhildana seranserî bo roja 27ê Rêbendanê belav kirin, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê xelkê azadîxwaz û serhildêr li dijî rejîma Îslamî ya Îranê rijiyane nav şeqaman û dirûşm dan.
Ciwanên biwêr û azadîxwaz ên bajarê Sinê, bi hilkirina agir li ser şeqaman li dijî tevahiya rejîma Îranê û rêberê rejîmê dirûşm dan. Ciwanên qehriman ên bajarê Sinê dirûşma “Qasimlo Qasimlo rêya te berdewam e” dan. Dirûşmên azadîxwazên bajarê Sinê, “mirin bo Xamineyî, mirin bo dîktator û besîcî” bûn.
Li Kirmaşanê jî xelkê azadîxwaz hatine ser şeqaman û bi hilkirina agir rêyên sereke girtin û dirûşm dan.
“Mihabad bi tenê nîne, Ciwanro piştevan e”, eva dirûşma xelkê azadîxwaz ên Ciwanroyê bû ku duh şev li ser şeqaman bûn. Li bajarê Ciwanroyê hin şeqam û tax di destê azadîxwazan de bûn û wan li dijî rejîmê dirûş dan.
Li Qurweyê xelkê azadîxwaz û serhildêr û bêzarbûyî ji rejîma Îranê hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê serhildan kirin û di navbera hêzên rejîmê û xelkê azadîxwaz de şer û pevçûn rû da. Her li Qurweyê xelkê azadîxwaz bi ser hêzên rejîmê de zal bûn û şeqan girtine destê xwe.
Xelkê şoreşgêr ên bajarê Mihabadê rijiyane ser şeqaman û dirûşmên wek “heta Kurdek bimîne, Kurdistan jî dê bimîne”, jin, jiyan, azadî, mirin bo dîktator û mirin bo Xamineyî” dan.
Li gor amara ajansên mafê mirovî, ji destpêka serhildana seranserî ve heta niha di nav serhildana sernserî de 122 serhildêrên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine şehîdkirin.