Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duh şev şeqamên Îranê tejî bûn ji xelkê serhildêr

11:08 - 17 Şibat 2023

Xelkê Serhildêr di 10an bajarên Îranê de şoreşa “jin, jiyan azadî” berdewam kirin û şeva Pêncşemî 27ê Rêbendanê rijiyane ser şeqaman û xwenîşandana xwe berdewam kirin û li dijî rejîmê dirûşm dan.

Xelkê azadîxwaz li bajarên wek “Tehran, Îsfehan, Şîraz, Meşhed, Yezd, Reşt, Kerec, Ehwaz, Xuremabad, Qezwîn, Erak, Îze, Gulşehra Kerecê û Hormozganê û çendîn bajarên din”, rijiyane ser şeqaman û şoreşa Jînayê berdewam kirin û li dijî binyata rejîma Îranê dirûşm dan.

Xelkê serhildêr bi beşdariyan jinan, ciwanan û qatên cuda yên civakê, siloganên wek bimre Xamineyî, bimre dîktator, îsal sala xwînê ye seyîd Elî sernixûn e, Xamineyî gendel e û çendîn dirûşmên dinê li dijî rêberê rejîmê dan û herwisa sirûdên azadî sitrandin û xwenîşandana xwe berdewam kirin.

Pêka dawî amarên Nûçegihaniya Hêranayê, heta niha 529 serhildêr li şoreşa “Jîna”yê de hatine şehîdkirin ku 71 kes ji wan zarok bûne û zêdetir ji 19 hezar û 763 kes di vê şoreşê de hatine binçavkirin.