Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Nenelleya Sinê xelkê li dijî rejîma Îranê dirûşm dan

16:28 - 17 Şibat 2023

Xelkê gundê “Nenelle” yê ser bi bajarê Sinê li ber deriyê mizgevta “Cami`i” ya vî gundî kom bûn û bi dana dirûşman li dijî rejîmê, daxwaza azadkirina mamoste “Îbrahîm Kerîmî” û mamosteyên din ên olî kirine.

Xelkê azadîxwaz û biwêr ên gundê “Nenelle” yê ser bi bajarê Sineyê, roja Înê 28ê Rêbendanê li ber deriyê mizgevta “Cami`i” ya vî gundî kom bûn û tevî dana dirûşmên wekî “bimre Xamineyî” daxwaza azadkirina mamosteyên olî yên wek mamoste “Îbrahîm Kerîmî” û mamostayên din ên olî yên Suniyan kirin.

Rejîma Îranê di wan çend rojan de, dest avêtiye bi girtina mamosteyên olî yên Kurd û bêrêzîkirin bi wan re û hejmarek ji mamosteyên olî yên Kurd hêj di girtîgehên rejîmê de ne.