Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara canjidestdana li Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê ji 45 hezarî derbas bû

11:36 - 18 Şibat 2023

Amara canjidestdana bûyera erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyê ji 45 hezar kesan derbas bû, lê piştî derbasbûna çendîn rojan, hê jî welatî bi saxî di bin malên herifî de têne derxistin.

Di erdheja 7.7 û 7.6 rîxterî ku navenda wê Bazarcik û Elbistan li parêzgeha “Mereşê”a Bakurê Kurdistanê bû û Rojavayê Kurdistanê û beşek ji bajarên Tirkiye û Sûriyê jî hejand, xisarên canî û maliyên gelek zêde bi xelkê xistiye û li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 39 hezar û 672 kesan canê xwe ji dest daye.

Amara qurbaniyên erdheja li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zêdetir ji 5,800 kesan e.

Bi sedema berfirehiya kavilkariyên erdhejê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Sûriye û Tirkiyê hê jî karê lêkolîn û derxistina berketiytên erdhejê di bin kavilan de bi dawî nehatiye.