Piştî derbasbûna zêdetir ji 20 rojan ji erheja 5.9 rîxterî ya bajarê Xoyê, hê jî xelkê vî bajarî di bin sir û seqemê de dijîn û hewcehiya wan bi hevkariyê heye.
Piştî hatina erdehê li bajarê Xoyê heta niha, rejîma Îranê hevkariyek wisa nedaye xelkê zirardîtî yên erdhejê.
Xelkê zirardîtiyên erdheja bajarê Xoyê dibêjin, rejîma Îranê hin xîvetên ku bi xelkê re dabûn, cardin ew xîvet ji wan standin.
Çavkaniyek agehdar li bajarê Xoyê gotiye, “xelkê zirardîtiyên erdhejê bixwe neçar bûne ku hin xîvetên nestandar ava bikin”.
Xelkê vir dibêjin tenê hevkariyên xelkî gihane destê me û ji rejîmê ti tiştek negihaye destê me.
Bajarên Rojhilatê Kurdistanê di hewleke mirovdostane de gihane hawara xelkê zirardîtiyên bajarê Xoyê û bi awayekî berçav kelûpelên hewce ji bo wan dabîn kirin, lê hê jî gelek xelkê bajarê Xoyê ji hevkariyên mirovdostane bêpar in û daxwaza hevkariyê ji xelkê xêrxwaz û mirovperwer ên Kurdistanê kirine.