Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Emê di her rewşekê de li hember bombebaran û mûşekbaranên rejîma Îranê de berxwedanî bikin

17:59 - 2 Şibat 2023

Mistefa Hicrî Berpirsê Giştî yên Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di hevpeyvîn digel kanala Nûçegihaniya “El_Hedes” de got: Emê di her rewşekê ku êrîşên bejahî li ser me dikin berxwedanî bikin û herwisa li hember êrîşên weke bombebaran û topbaranên rejîma Îranê de berxwedanî bikin.

Mistefa Hicrî di bersiva pirsa nûçegihanê “El_Hedes” de ya li derheq givaşan de got: Givaş ku her hene û givaş li ser Hikûmeta Herêma Kurdistan gelek zêde ne, da ku me bêçek bikin û pêşmergê me nemînin, lê digel vê jî ku bo me givaş anîne, çi ji aliyê Herêma Kurdistanê be û çi ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Bexdayê be, lê heta niha me xwe ragirtiye û xweragir dibin, lihember givaşên ku li ser me dixin.

 Navbirî di bersiva pirsa rewşa hêza rejîma Îranê de got: Em îhsas dikin ku bihêz nemaye belkû gelek bêhêz bûye û li warê aborî ve rewşek gelek perîşan heye û di pêwendî digel ev rewatiya ayînî ku rejîma Îranê hebû, bitaybet di wan xwenîşandanan de jidest daye, di wan xwenîşandanan de xelkê sembol û hêmayên rejîmê anîne xwarê, peyker û bernêrên Qaism Sulêmanî û Xamineyî anîn xwarê û heta di nav xwenîşandanan de êrîşkirin û bêrêzîkirin bi Xumeynî jî,  ji xelkê tê dihîsin û di nav kesatiyetên ayînî de ku meqamên peyrewanin, ji hukûmetê nerazî bûn, û di nav berpirsên hêzên întizamî de curek nefermanî heye bo serkutkirina xelkê, her ji ber vê yekê ye ku rejîma Îranê di hemû warî de rewşek perîşan heye û  nikare bizivire bo rewşa çend mehên pêş xwenîşandanan ku hebû.