Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê binkeyên Spaha Quds li Suriyê kirine armanca mûşekan

11:12 - 19 Şibat 2023

Binkeyên Spaha Quds li taxa “Kefersûse” ya bajarê Demişqê kevte ber êrîşa esmaniya Îsraîlê û bi 10an kes ji hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

Şeva Yekşemî 30ê Rêbendanê, demjimêr 1ê sibêdehê, binkeyên Spaha Quds li taxa “Kefersûse”ya bajarê Demişqê li Sûriyê kevte ber êrîşa mûşekên balafirên şer ên Îsraîlê û ji nav çûne û di vê êrîşê de 15 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne, rejîma Sûriyê amara kuştiyan 5 kes û rejîma Îranê amara kuştiyan bi 13 kes belav kirine.

Herwisa Çavdêrê Mafê Mirovî yê Sûriyê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku, binkeyeke çandî ya rejîma Îranê li taxekê di navbera taxa “Zêynebiye” û “El_diyabê” li derdora bajarê Demişqê bi tevahî ji nav çûye û çend navendên ewlehiya rejîma Sûriyê jî di vê êrîşê de bûne armanca mûşekên balafirên Îsraîlê û 15 kes ji milîsên girêdayê rejîma Îranê di vê êrîşê de hatine kuştin.