Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya cîhanî ji serhidana seranserî ya Îranê li Mûnşên û Berlînê

11:15 - 19 Şibat 2023

Hevdem digel birêveçûna konfiransa ewlehiya “Mûnşên” û festîvala fîlma “Berlîn” ê, berpirsên paye bilind yên cîhanê di wan her du cihan de piştevaniya xwe ji bo şoreşa seranserî ya Îranê carek din nîşan dan.

Roja Şemî 29ê Rêbendanê, Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrên Derve yên Amerîka, Almaniya, Feranse û Berîtaniya, di kombûnekê de li kêlega konfiransa ewlehiya “Mûnşên” li ser piştevanî kirin ji gelên serhildayî yên Îranê li dijî rejîma Îranê tekezî kirin.

Her di vê daxuyaniyê de Wezîrên Derve yên wan 4 welatan li ser vê yekê lihevkirine ku helwêstên xwe yên li dijî binpêkariyên rejîma Îranê tundtir û hevahengtir bikin.