Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elham Elî Of: Hin beşên nizama Îranê di êrîşa ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê dest hebûne

11:17 - 19 Şibat 2023

Serkomarê Azerbaycanê ragihandiye di êrîşa bo ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê li Tehranê hin beşên nizama rejîmê di vê êrîşê de dest hebûne.

“Elham Elî Of” Serkomarê “Azerbaycan”ê roja Şemî 29ê Rêbendanê bo cara yekê bi awayekî rasterast karbidestên rejîma Îranê rexne kir û got ku, polîsên Îranê ew cura ku hewce bû pêşiya kesên êrîşker negirtin û piştî binçavkirina wî kesî ku êrîşî ser balyozxaneya me kiribû digel wî hevpeyvîn kirin û di medyayên xwe de belav kirin ku eva nîşana vê yekê ye ku ew kes ji aliyê hin ji beşên nizama Îranê bo wî karî hatiye şandin.

Herwisa ragihandiye Komara Îslamiya Îranê dibêje ku meşa dadweriya dosyeya wî kesî destpêkiriye, lê xwe ji lezgînî pêşveçûna karê dosiyeyê diparêze.

Navbirî di beşek ji gotinên xwe de basa vê yekê dike ku belgeyên zêde ji ber dest de hene ku nîşana vê yeke ye ku ew êrîş, êrîşek terorîstî ye, lê karbidestên rejîma Îranê ragihandine ku ew êrîş pirsgirekek kesî bûye ne êrîşek terorîstî.

Li roja 7ê Rêbendanê êrîşek çekdarî bo ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê li bajarê “Tehran”ê hat kirin, û Serokê sirvîsa ewlehiya balyozxaneyê hat kuştin û du kesên din ji karmendên balyozxaneyê jî birîndar bûn û piştî wê êrîşê balyozxaneya Komara Azerbaycanê li Tehranê hat daxistin.