Amara canjidestdana bûyera erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyê ji 46 Hezar kesan derbas bû, lê piştî derbasbûna çendîn rojan, hewldan bo derxistina berketiyên erdhejê berdewam in
Di erdheja 7.7 û 7.6 rîxterî ku navenda wê Bazarcik û Elbistan li parêzgeha “Mereşê”a Bakurê Kurdistanê bû û Rojavayê Kurdistanê û beşek ji bajarên Tirkiye û Sûriyê jî hejand, xisarên canî û maliyên gelek zêde bi xelkê xistiye û li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 40 Hezar û 689 kesan canê xwe ji dest daye.
Amara qurbaniyên erdheja li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zêdetir ji 5,800 kesan e û çend roj e ku ti amareke nû nehatiye belavkirin.
Bi sedema berfirehiya kavilkariyên erdhejê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Sûriye û Tirkiyê hê jî karê lêkolîn û derxistina berketiytên erdhejê di bin kavilan de bi dawî nehatiye.