Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amara kuştî û binçavkiriyên serhildana seranserî ya gelên Îranê

10:49 - 20 Şibat 2023

Di dawî amara ku hatî belavkirin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 500 kes hatine kuştin û herwisa zêdetir ji 19 Hezar kes jî hatine binçavkirin.

Organa Komek ji Çalakvanên Mafê Mirovî yên Îranê ya bi navê “Hêrana”yê di dawî amara xwe ya li roja 26ê Xermananê heta roja 30ê Rêbendanê belav kiriye ku, di meşa serhildanên seranserî yên gelên Îranê li dijî dîktatoriya rejîma Îranê 530 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin ku 71 kes ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de bûye.

Herwisa “Hêrana”yê ragihandiye ku, 19 Hezar 763 kesên din jî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin ku 14 Hezar 722 kes ji wan zêdetir ji mehekê ye di girtîgehên rejîma Îranê de bûne.

Di vê amarê de hatiye ku di nava binçavkiriyan de, 181 kes temenê wan di bin 18 saliyê de ye û herwisa 723 xwandekar jî hatine binçavkirin.