Ciwanên azadîxwaz yên bajarê Sinê di banghêjiyekê de ji gelên Îranê daxwaz dikin ku carek din bêne ser şeqaman.
Roja Yekşemî 30ê Rêbendanê, ciwanên bivêr û azadîxwaz yên bajarê “Sinê” bi belavkirina banghêjiyekê ji gelê kurd û xelkê bajarên din yên Îranê daxwaz kirine ku rojên Şemî û Yekşemiya bê 5 û 6ê Reşemê, bi mebesta berdewamkirina serhildanan li dijî rejîma Îranê û parastina xwîna şehîdên şoreşa “Jîna”yê û herifandina rejîma Îranê carek din bên ser şeqaman.
Hêja yê baskirinê ye ku، li destpêka şoreşa “Jîn”yê li Kurdistanê û bajarê Îranê, hêzên rejîmê bi hemû awayekê û bi encamdana cinayetan dixwazin xelkê serhildêr tepeser bikin, lê nekarîne îradeya xelkê ji nav bibin.