Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurd û Îraniyên rûniştî li welatê Beljîkê xwenîşandanek berfireh li dijî rejîma Îranê lidar xistin

22:58 - 20 Şibat 2023

Îro Duşemî 1ê Reşemê, Kurd û Îraniyên rûniştî li welatê “Beljîk”ê li bajarê “Biruksel”a paytexta wî welatî xwenîşandanek berfire li dijî rejîma Îranê û cinayetên wê rejîmê û bi têrorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê lidar xistin.

Gelên Îranê yên amadebûyî li vê xwenîşandana berfireh de ku zêdetir ji 13 Hezar kesan beşdar bûn li bajarê “Biruksel”ê ber bi meydana “Robêrt Şuman” meşiyan û li hember “Komîsyona Şêwreya Ewropayê” kombûn û daxwaza bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran kirin.

Hevdem digel xwenîşandana gelên Îranê li “Komîsyona Şêwreya Ewropayê” kombûnek heye û gelên Îranê daxwaza vê yekê dikin ku siyasetmedarên Ewropayê guh ji daxwazkariyên xelkê Îranê re bigirin.

Di kombûna “Komîsyona Şêwreya Ewropayê” “Cozêp Burêl” Berpirsên Siyasetên Derve yê Yekîtiya Ewropayê amade ye û berê jî bas ji danîna cezayên nû bi ser rejîma Îranê digel wezîrên derve yên welatên ku di Yekîtiya Ewropayê de ne kiribû.

Di vê xwenîşandanê de dirûşmên weke “Mirin bo Xamineyê, Spah terrorist e” “Jin Jiyan Azadî” hatin dan.

Herwisa hejmarek zêde ji Kurdên rûniştî li wî welatî bi alaya Kurdistanê beşdar bûn.