Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama “Mistefa Hicrî” bi hilkefta salroja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê

10:54 - 21 Şibat 2023

“Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 21`ê Şibatê, salroja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

“Ziman şademara neteweye”

Ziman yek ji stûnên herî xurt a nasnameya her neteweyekê ye. Li halekê de ku neteweya me ji xwandin û perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar e, law û keçên wê yên leheng bi hînkirina zimanê dayîkê, nîştimanê ava dikin. Ev mirovên ku fîdakarane li pêxema nasnameya xwe de hatine girtin û hemû cure azadiyek ji wan hatiye zeftkirin, hêjayê azadî û serbestiyê ne.

Di salroja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê de, hemû wan mamosteyên ku fîdakarane şev û rojên xwe xistine xizmeta neteweya xwe û ji bo bîstekê jî nîştman û rûmeta netewe û zimanê xwe ji bîr nekirine silav dikim.