Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Erdheja nû li Bakûr û Rojavayê Kurdistan û Tirkiye û Sûriyê de zêdetir ji 6 kesan canê xwe ji dest dan

11:42 - 21 Şibat 2023

Di erdhejên şeva derbasbûyî de li bajarê Hatay li Bakûrê Kurdistanê ku Rojavayê Kurdistan û beşek ji parêzgehên Tirkiye û Sûriyê jî li xwe girt, bû sedema can ji dest dana 6 kesan.

Demjimêr 8ê şevê bi dema Tirkiyê, erdhejek bi hêza 6.6 rîxterî li devera “Defne” ya bajarê Hatayê qewimî û piştî 3 xulekan erdhejeke din bi hêza 5.8 rîxterî li devera “Samandax” a wî bajarî de qewimî, van erdhejan Rojavayê Kurdistan û çendîn parêzgehên Tirkiye û Sûriyê ji xwe girtin û 6 kesan li Bakûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û bi 100an kes li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê birîndar bûne.

“AFAD” a Tirkiyê belav kiriye ku di wan 2 erdhejan de 6 kesan canê xwe ji dest dane û 294 kes birîndar bûne ku rewşa 18 kes ji wan dijwar e.

Pêka amarên belavbûyî yên Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji 130 kes li vê erdhejê de birîndar bûne.