Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêçên nû yên Berîtaniya û Yekîtiya Ewropayê bo ser rejîma Îranê

12:50 - 21 Şibat 2023

Hevdem digel xwenîşandana berfirh a gelên Îranê li bajarê “Biruksêl”ê, dewleta Berîtaniya yê û Yekîtiya Ewropa yê dorpêçên nû li dijî çendîn berpirs û navendên rejîma Îranê danîn.

Şêwreya Wezîrên Yekîtiya Ewropayê, bo cara pêncem, dorpêçên nû li derheq rewşa mafê mirovî li Îranê li destpêka şoreşa “Jîna”yê li dijî rejîma Îranê, 32 kes ku yek ji wan wezîrên kabîneya “Îbrahîm Reîsî” ye û hejmarek ji berpirsên dezgeha dad û nûnerên mecilsa rejîmê û du dameziravên din  xistine nava lîsteya nû a dorpêçan.

Di vê lîsteya nû de ku roja Duşemî 1ê Reşemê hatiye ragihandin, “Yûsif Nûrî” Wezîrê Perwerde û Hînkariyê “Mihemedmêhdî Îsmaîlî” Wezîrê Êrşad û herwisa du damezraveyên “Feraca” û Navenda Zanista Întizamî û lêkolînên “Feraca” xistine nava lîsteya nû ya dorpêçan de.

Hevdem dewleta Berîtaniya yê, li hember binpêkariyên mafê mirovî li Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve 8 kes ji berpirsên rejîma Îranê ji wan Fermandê Spaha Pasdaran û 3 dadwerên wê rejîmê xistine nava lîsteya nû a dorpêçên wî welatî de.

Di heyama destpêka şoreşa “Jîna”yê bi giştî 196 kes û 33 dameziraveyên rejîma Îranê ku dest di tepeserkirina xelkê de hebûne hatine dorpêçkirin.