Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosteyên malnişînkirî yên Kurdistanê li bajarê Tehranê beşdarî li kombûneke nerizayetiyê kirin

18:31 - 21 Şibat 2023

Mamosteyên malnîşînkirî yên Kurdistanê li kombûna nerizayetiyê ya li ber deriyê wezareta perwerde û hînkariya rejîmê li bajarê Tehranê beşdarî kirin û daxwaza mafên xwe yên destpêkî kirin.

Pêka nûçeya gihîştî bo odeya nûçeyan ya Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Sêşemî 2ê Reşemeya sala 1401 an Rojî, mamosteyên malnişînkirî yên parêzgehên “Urmiye û Sinê”yê, tevî mamosteyên din ên Îranê li kombûna nerizayetî ya li ber deriyê îdareya perwerde û hînkariya rejîma Îranê li bajarê Tehranê beşdarî kirin û hemû bi hev re daxwaza mafên xwe yên zewtkirî kirin.

Mamosteyên Kurdistanê di vê kombûna nerizayetiyê de li dijî zilm û sitem û xweseriyên rejîma Îslamiya Îranê li hember mamosteyan, hatine deng.

Ew kombûna ku hevdem digel roja cîhanî ya zimanê dayîkê bû, mamosteyên Kurd daxwaza mafê xwendin bi zimanê dayîkê kirin û mamosteyên din ên beşdarê kombûnê jî, pêşewazî li vê daxwaziyê kirin.