Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha Kanûna Paşîn a 2023an de 182 welatiyên Kurd hatine girtin

11:10 - 3 Şibat 2023

Hêzên rejîma Îranê di meha borî a Zayînî de bi awayekî bi kom welatiyên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê binçav kirine û pêka raporên mafê mirovî, di her rojekê de bi awayê nivîncî 6 kes hatine girtin.

Ajansa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê roja Pêncşemî 13ê Rêbendana 1401an a Rojî, amarek li derheq binçavkirina welatiyan di meha Kanûna Paşîn a Zayînî de belav kiriye û daye zanîn: “Di heyama meha borî de aliyê kêm 182 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin”.

“Hengaw”ê tohmetên ku bi ser wan de hatine sepandin wiha nivîsiye: “169 welatiyên Kurd yên hatinî girtin, tohmetên wek “çalakiyên siyasî û hevkarî digel partiyên Kurdistanî” bi ser wan de hatiye sepandin û 10 welatî bi tohmetên “çalakiyên olî û piştevanî ji berxwedanî û serhildana wê dawiyê ya xelkê” hatine cezadan û 3 çalakvanên medenî jî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin”.

Di meha derbasbûyî de aliyê kêm 12 çalakvanên jin, 14 zarok û nûciwên di bin 18 saliyê de, 9 xwendekar û 6 mamosteyên zanîngehan di Kurdistanê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin.