Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mencenîqa abûrî li ser dîktator

09:52 - 22 Şibat 2023

N. Jêhat

Hemî aliyekê vê rejîma dîktatora wilayeta feqîh, kevtiye nava mencenîqa mirinê û nefesên xwe yê dawiyê lêdide.

Piştî şoreşa seranseriya bi dijî dîktatoriya Îslamî, anku şoreşa Jîna yê, li Îranê de, desthilatdarên rejîmê gelek baş dizanin ku ev şoreşa û ev biryara xelkê Îranê ya vê carê tenê û tenê ji bona sernixûniya yekcariya rejîma dictator e.

Rejîmê û desthilatdarên vê bi berçavgirtina çen taybetmendiyên vê şoreşê baş têgeheştine ku merg û sernixûniya wan roj bi rojê nêzîk dibe.

Deshilatdarên rejîma dîktator yekitî û yekrêziya nava hemî xelkê Îranê û ji ol û netewe û cudahiyên cuda de dîtin, lewma baş dizanin ku dê sernixûn bin.

Desthilatdarên rejîmê herwekî hemî temenê xwe yê reş di vê şoreşê de jî gelek pîlan leyîstin daku belkî bikarin dengê şoreşê mat bikin, yekrêziya din nava xelkê de têk bişkênin, xelkê bixapînin, lê çi yek ji pîlanên xwe de ser nekevt.

Li asta navnetewî de piştîvaniya berfireh ji şoreşê û givaş xistina hindî zêdetire bo ser rejîmê, hinde din rejîm û desthilatdarên vê anîne ser vê baweriyê ku aqibeta wan vê carê tenê sernixûniye.

Li vê derheqê de û bi armanca li ser xwe vêde birina givaşên navnetewî û paşvekêşî pêkirina ji welatan û civatgeha navnetewî ji piştîvaniya ji şoreşa xelkê Îranê gelek gef xwarin, lê sernekevt.

Bi givaşên abûrî yên Rojava bo ser rejîmê û dorpêçên ku ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve kevtin ser rejîmê, bihayê Diravê Îranê anku riyal, roj bi rojê li hember Diravê bîhanî bi taybet Dolar de dakevt, bi awayekê ku piştî destpêkirina vê şoreşê , anku di heyama 5 mehên derbas bûyî de, bihayê Tûmen %100 şikaye û ji 25 Hezar Tûmenî li hember Dolarekî Amerîkayê de, geheştiye 50 Hezar Tûmenî li hember Dolarekê de.

Bazara Îranê şipirzeyîyekî zêde bi xwe ve dît û vê yekê jî bandoreke gelek nerênî danaye ser jiyana xelkê welat û bûye sedema bihatiyê û hilkişyana çend qat zêdetira nirxan li bazarê de.

Rejîm û bi taybetî Sipaha terorîst ku berdewam li ser sifrika xelkê Îranê dehan girûpên terorîstî teyar kirine, û wan bikar tînin bo armancên qirêj yên xwe, niha êdî hêcet destê wan de heye ku bi hegera dorpêçan û şoreşê nirxa diravê Îranê dakevtiye, rejîm cehdê diket rewşa jiyana xelkê çend qat xirabtir be û heyî û neyîya welat talan dikin û didizin û didine girûpên terorîst, yan heçî kîjan ji desthilatdarên rejîmê çi ber destê wan bikeve, talan dikin û gelek baş see bi sernixûniya rejîma xwe û dawîpêhatina detshilata xwe dikin.

Rejîm û desthilatdarên vê her tenê bi dizîn û talana serweta welat nesekinîne, niha bi hêceta evê ku bûdca salê kêm hatiye û ji bona tejî kirina kêmiya bûdcê, li ser biryara Elî Xameneyî yê dîktator dixwazin hemî darayî û milkên dewletî, weke Nwexoşxane, Qutabxwane, milkê dewletî, navendên berhemanînê, û bi giştî her tiştekê milkê dewletê be, heta ev bîna û derbanên ku îdarên dewletî û wezaretxane jî li ser in, bifroşin.

Bi giştî rejîma dijî gelî, û gendel û diz, ku dûjminê serekeye xelkê welat e, dixwaze hemî Îranê bifroşe, nivya welat weke Av, Kangeh, bender, Neft, Gaz, firotine Çîn û Rûsiyê, niha jî, ku dizane li ser desthilatê namîne heyî û neyî ya welat danaye heracê û bi nirxeke erzan difroşe.

Ewa jî di demekê de ye ku mafiyayên derfet perest baş dizanin ku ev milk û mal û heyî ya ku îro ji rejîma dîktator dikirin, ne milk û heyî ya vê rejîmê ye belkî milkê giştî û yê xelkê welat e û bê guman xelkê şoreşvan û azadîxwaz yên Îranê, piştî sernixûniya dîktatoriya Xameneyî, dê bi çavê milkê xwe û yê welat bera xwe bidne wan milkan û tenê deshilat û sîstema dahatiye Îranê û xelkê welatin xwediyê rasteqîneye wan milkan û hemî Îranê.

Lewma ya baş eve ku ev mafiya û çav birsiyên ku îro kevtine timahiyê û wan milkên dewletî dikirin, bila baş bizanin ku denê ev zerer dikin û diravê neqd yê wan diçe paxela desthilatdarên rejîmê ku keftine fikra reva xwe.