Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û ciwanên şoreşvan ên Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 26ê Xermananê, salvegera şehîdkirina “Dr. Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî ji aliyê terorîstên rêjîma Îranê li bajarê Berlînê ku bi terora Mîkonosê hatiye navdêrkirin, yad û navê wan Şehîdên Kurdistanê bi bilind ragirtin.
Li berdewamiya çalakiyên berfireh ên endam û alîgirên Hizba Dêmorat ku çendîn roje li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê ve bi rê ve diçon, hîna jî çalakiyên teblîxî bi rê ve diçin ku beşek ji wan çalakiyan ev in:
Li bajarên “Mihabad, Bokan, Rebet, Miyandav, Sine û Pîranşar”ê û çendîn gund û deverên ser bi wan bajaran, postêr û tarktên taybet bi 26ê Xermananê bi awayekî berfireh hatine belavkirin.
Li piraniya bajaran û nawçên Rojhilatê Kurdistanê de, endamên Hizbê bi belavkirina postêr û tiraktan, û nivsîna diruşman li ser der û dîwar û tabloyên rên, hildana Ala Kurdistanê û Logoya Hizbê û wêneyên Şehîdan li cihên giştî, yadê şehîdên Mîkonosê bilind ragirtin û peymana domandina rêbaza şehîdan nû kirin.
Herwisa li ser bilindahiyan û çiyayên Ala ya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hate bilindkirin.
Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat tevî encamdana wan çalakiyên teblîxî û nûkirina emegdariya xwe digel rêbaza Dêmokrat û Şehîdên Kurdistanê, amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî û niştimanî ragihandin.