Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Desteya Kargêriya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hikefta 34emîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî

16:44 - 16 Îlon 2026

26ê Xermanana îsal 34 sal bi ser terora Mîkonosê re derbas dibin. Roja ku Dr. Sadiq Şerefkendî, Sikretêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û hevalên wî, Kak Fetah Ebdulî nûnerê Hizbê li derveyî welat, Kak Humayûn Erdalan nûnerê Hizbê li Alman û Kak Nurî Dêhkurdî kesayetiyê diyar û çalakê siyasî yê opozîsyonê li bajarê Bêrlîna Alman di restoranta Mikonosê de bi destê tîrorîstên Komara Îslamî ya Îranê hatin şehîdkirin.

Terora Dr. Sadiq Şerefkendî mîna birîneke mezin li ser laşê bizava Kurd û Hizba Dêmokrata Kurdistana Îranê, ket ser birîna kûr a tîrora Dr. Qasimlo. Ji ber vê yekê, bi windakirina Dr. Şerefkendî, Hizba Dêmokrat û neteweya Kurd careke din rûbirûyî xisareke gelek mezin bûn.

Dr. Sadiq Şerefkendî kesayetiyekî ronakbîr, ferhengî û siyasî bû. Wî li Zanîngeha Bilind a Tehranê xwendibû û piştî çend salên mamostetiyê li dibistanên navendî yên bajarên Mehabad û Urmiyê, ji ber jêhatîbûn û şiyanên xwe, bûrsa xwendinê li derveyî welat pê hat dan û li welatê Firansê doktoraya kîmyayê wergirt. Her li Firansê wî Dr. Qasimlo naskir û bû endamê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê. Piştre vegereya xwe ya ji derveyî welat, karê mamostetiyê li Zanîngeha Bilind domand û di heman demê de çalakiyên xwe yên siyasî li zanîngehan û di jîngeheke akademîk de bi dizî dest pê kirin. Piştî şoreşa gelên Îranê, weke endamê Deftera Siyasî ya Hizba Dêmokrat berdewamî da têkoşîna eşkere. Piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî ku wê demê cîgirê sikretêrê giştî ê hizbê bû, bi yekdengiya Komîteya Navendî weke sikretêrê giştî ê hizbê hat hilbijartin.

Dr. Şerefkendî di dema berpirsiyariya xwe ya bilind a hizbê de nîşan da ku hevalekî dilsoz ê Dr. Qasimlo ye û nahêle xewna dijminan bo lawazkirina Hizba Demokrat pêk bêt. Ji ber vê yekê Komara Îslamî plana tîrorkirina wî danî û di 26ê Xermanana sala 1371ya Rojî de, piştî beşdarbûna di civîna Înternasyonala Sosyalîst de li bajarê Bêrlîna Alman, digel hevalên xwe hatin tîrorkirin.

Hizba Dêmokrat tevlî şehîdbûna Şerefkendî jî, ji ber cîgirbûna kultura rêberiya bihevre nîşan da ku tevî birîna giran a şehîdbûna rêberên xwe, rê nade dijminên Kurd û bizava wî ku bigehêjin armancên xwe. Ji ber vê yekê Hizba Dêmokrat li ser rêbaza rêberên xwe bi hêz ve di qada xebata neteweyî de ma.

Dr. Şerefkendî kesayetiyekî bihêz ê siyasî, rêber û rêveberê jêhatî, dilsozê rêbaza Hizba Dêmokrat û rijd di xebata bo rizgarkirina Kurd de bû. Wî hemû şiyanên xwe xistin xizmeta Hizba Dêmokrat û bizava Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî ku encama vê xweterxankirinê bandoreke kûr li ser rêbaz û xebata Hizba Dêmokrat hişt.

Piştî tîrora Dr. Şerefkendî, di demekê de ku Komara Îslamî gelek hewl da rê li ber lêkolînkirina dosyaya vê tîrorê bigire, lê ji ber serbixweyiya dezgeha dadwerî ya Alman, wêrekiya dadweran, hewla berdewam a parêzerên dosyayê û hebûna îradaya gehandina encamê ji vê dosyayê re, di dawiyê de dadgeha Berlînê – ku bi navê Mikonosê navdar bibû – piştî çend salên lêkolînê di 10ê Nîsana 1997ya Zayînî de biryara xwe ya dawî ragihand. Bi eşkereyî rêberên Komara Îslamî ya Îranê di asta herî bilind de wekî planrêj û rêveberên vê kiryara tîrorîstî dan nasîn û biryara girtina tawanbaran derxist. Di vê peywendiyê de û piştî derketina biryara tawanbarkirina Komara Îslamî ya Îranê, welatên Ewropayî wekw nîşandana nerazîbûnê li hember vê kiryara rejimê, balyozên xwe ji Tehranê vekişandin, lê mixabin paşê berjewendiyên xwe yên aborî xistin pêşiya rawestandina destdirêjî û midaxaleyên Komara Îslamî li ser serweriya siyasî ya welatên xwe.

Di vê derheqê de hewce ye em bînin bîra xwe, her çend dezgeha dadwerî ya Alman hemû belgeyên bo dosyaya tîrora Mikonosê hewcedar di dest de nebûn, lê ji ber ku îradeya wan hebû, karê dadgehê bi awayekî yasayî gehandin encamê. Berevajî dezgeha polîs û dadwerî ya Otrîşê ku gelek belgeyên zelal ji tîrora Dr. Qasimlo di dest de bûn, lê ji ber neserbixweyiya dezgeha dadwerî ya wî welatî û destêwerdana berjewendîperestane ya dewleta wê demê ya Otrîşê, rê li ber pêvajoya yasayî a dosyaya tîrora Viyanayê hat girtin. Bêguman ger wê demê dewleta Otrîşê û dezgeha wê ya dadwerî mîna Alman û dezgeha wê ya dadwerî reftar kiriba, mimkun bû ji wê derê ve maşîna terorê ya Komara Îslamî bihata rawestandin û di hemû ew terorên li Ewropayê hatin kirin, nedihatne kirin ku yek ji wan tîrora Mikonosê bû.

Xelkî hêja yê Kurdistanê!

26ê Xermanana îsal di demekê de em yad û bîranîna Dr. Şerefkendî û hevalên wî, armanc û têkoşîna wan bibîr tînin û peymana xwe bo rêbaza wan nû dikin, ku Komara Îslamî ya Îranê ji her demê zêdetir di qada siyaset û peywendiyên navdewletî de hatiye îzolekirin. Siyaseta şerxwazî, destêwerdana di karûbarên welatên herêmê de û alozîçêkirinên wê bi rêya komên xwe yên proksî di Rojhilata Navîn de, Komara Îslamî kiriye navenda pirsgirêk û aloziyan di herêmê de, bi awayekî ku Amerîka û welatên herêmê gehandine wê baweriyê ku hewce ye bo bersivdana serberedayî û siyasetên xelet yên vê rejimê sînor werin danîn.

Komara Îslamî piştî derbaskirina du şeran di sala borî de, ji her demê zêdetir di dîroka deshilatdariya xwe ya tijî zordarî û tepeseriyê de ketiye bin zextên navdewletî. Dorpêç û givaşên aborî, û daketina nirxa pereyê wê, derbeyeke mezin li aboriya Îranê da, bi awayekî ku jiyan û bijîva xelkê Îranê xistiye rewşeke gelek giran û xirab ku rêvebirina jiyana rojane bo xelkî zehmet bûye, anku qonaxek ku metirsiya birçîbûna xelkî ji ber zextên aborî aniye holê.

Ji aliyekî din ve, tevî van hemû astengî û dijwariyan bo xelkî, hevkarînekirina Komara Îslamî ligel Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî bûye sedem ku ajans bi piraniya denga dosyaya etomî ya Îranê radestî Şêwreya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike. Şêwreyê jî roja pêncşemê, 19ê Xermanana 1405ya Rojî, biryara vegerandina dorpêçên li ser Îranê da, ku bêguman ji vê sedemê pirsgirêkên aborî dê zêdetir berê xwe bidin vê rejimê û di encamê de xelkê welat jî. Eşkere ye ku Komara Îslamî di heyamê nêzîkî pênc dehsalên deshilatdariya xwe de selmandiye ku ne tenê jiyan û bijîva xelkî bo wê ne giring e, belkî hemû siyaset û kiryarên wê di çarçoveya bihêzkirina hêzên xwe yên niyabetî di herêmê de û mana xwe li ser deshilatê ye, û saman û dewlemendiya welat bo vê armancê xerc dike. Li rex vê rewşê, kontrolkirina tengava Bab el-Mendeb ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve bi fermana Spaha Pasdaran, pirsgirêkeke din xistiye ser pirsgirêkên herêmê û cîhanê, ji ber ku ewlehiya yek ji rêyên herî giring yên bazirganiya cîhanî ketiye metirsiyê û ew jî bi îhtîmaleke mezin dê helwesta welatên Ewropayî li pey xwe bîne, ku ew jî bi wateya geşbûna agirê şer e ku Komara Îslamî dixwaze li hemû vê herêmê belav bike.

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!

25ê Xermanana îsal çar sal bi ser şoreşa Jînayê re derbas dibin, ku piştî kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî (kça Kurd a 22 salî li Tehranê) bi dirûşmê "Jîn, Jiyan, Azadî" bû sedema serhildanek giştî li Îranê ku pêt û çirûska wê ji Kurdistanê hatibû lêdan, serhildana bizavekê ku encama yekgirtiya hêzên siyasî yên Kurdistanê û banga wan a hevbeş bû. Di vê barê de, komên fireh yên xelkê Kurdistanê peyama xwe dan partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku eger hûn yek bibin, em yekgirtî û yekdeng in. Herwisa peyama xwe dan Komara Îslamî ku ew piştevaniya hêzên xwe yên siyasî dikin û ji xwîna bi neheqî rijandî a lorîkên Kurd derbas nabin.

Hewce ye em bibîr bînin ku Dr. Şerefkendî di demekê de hat Şehîdkirin ku ligel çend kesayetiyên opozîsyona Îranê li ser mijara hevkarî û yekgirtinê mijûlî guhartina dîtin û ramanan bûn. Niha piştî derbasbûna 34 salan bi ser şehîdbûna wî, ji her demê zêdetir hewce ye opozîsyon di asta Kurdistan û Îranê de yekgirtî be. Ew mijara ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê di her du astan de hewla wê dide, bi awayekî ku bidestveanîna mafên neteweyî yên Kurd di vê yekgirtinê de garantî bibe û yekgirtinê bi baştirîn rê bo rizgarbûnê ji Komara Tîrorîstî dizane.

Silav li canê paqij e Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, Kak Fetah Ebdulî, Kak Humayûn Erdalan, Kak Nurî Dêhkurdî û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê!

Berdewam be xebata hizba me di rêya dêmokrasiyê û bi destveanîna mafên neteweyî yên gelê me de!

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

16ê Îlona 2026an a Zayînî