Yeketiya Ewrûpa li çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de, daxwaz li berpirsên Komara Îslamî kir ku dawiyê bi tundûtîjî û tepeseriya welatiyan bînin, hevdem Wezîrê derve ê Firansa û balyozxaneya Alman li Tehranê 4 emîn salvegera şoreşa Jin, Jiyan Azadî yê bilind ragirtin.
Berdevkê Yeketiya Ewrûpa li daxûyaniyekê de, bivêriya jin û mêran li Îranê de bilind nirxand û piştgîriya wê yeketiyê bo daxwaziyan li pêxema Mafê Mirov û azadiyên bingehîn, da xûya.
Daxûyanî bi îşarekirin bi tevgera Jin Jiyan Azadî, û serhildanên sala 2026an, arasteya niha a sepandin û cihgîrkirina sizaya bidarvekirinê li Îranê de bi metirsîdar bi nav kir û serkuta berdewam, girtin û tirsandina neyaran mehkum kir.
Ji aliyekê din ve, Jan Noêl Baro, Wezîrê derve ê Firansa tekezî ji vê kir ku serkuta xwînawî a rejîmê nikare dengê azadîxiwaziyê mat bike û Parîs bo desteberkirina dadperwerî û kerametê, dê li kêlega xelkê Îranê raweste.
Hevdem Balyozxaneya Alman li Tehranê û komîteya cihûyên Amerîka yada Jîna Emînî bilind ragirt û tekezî ji vê kirn ku navê Jînayê bûye hêmayek cîhanî bo tekoşîn li pêxema azadî û rûbirûbûna binpêkariyên mafê mirov li Îranê de.