Îro, Çarşemî 25ê Xermananê, xelkê Kurdistanê li gorî banga Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê tevlî mangirtinê bûn û bi girtina dukan û bazaran, dest bi mangirtina giştî kirin.
Li gorî zanyariyan ku heta niha gihîştine beşa nûçeyan a Navenda Ragihandinê ya PDKÎ, bajarên weke Mako, Urmiye, Dîwandere, Mehabad, Kirmaşan, Bokan, Mîrava, Şino, Seqiz ,Quriwe, Sine, Merîwan, Peswê , Miyandûaw, Guyktepe,Kamêran, Pawe, Bîcar, Binav, Bane û Pîranşar mangirtin bi awayekî serkevtiyane hate lidarxistin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, bi belavkirina bangewazekê daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirin ku îro, Çarşemî 25ê Xermananê, di çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de, bi girtina bazar û dukanan beşdarî mangirtina giştî bibin, û xelkê Kurdistanê bi helwêstek yekgirtî pêşwazî ji vê daxwazê kirin û li piraniya bajaran mangirtin bi awayekê gelek baş hate lidarxistin.
Hevdem digel lidarxistina berfireh a mangirtinê li bajarên Kurdistanê hêzên rejmê ji bo astengkirina mangirtina giştî, pêlêke berfireh a givaş, girtin û militarîzekirina bajarên Kurdistanê destpê kiriye.