Rêkxistina Lêborîna Navdewletî li çaremîn salvegera şehîdkirna Jîna Emînî de û li raportekê de ragehand, desthilatdarên Komara Îslamiya Îranê wek (bikerên Kuştarê) li rêya dariştina êrîşek sîstematîk bo ser xelkê medenî, tawan dij bi mirovahiyê encam daye.
Raporta 1148 rûperiya Lêbordina Navdewletî ku li jêr navê (Darêjerên Tawanê) li kongireya Rojnamewanî de li Lendenê perde li ser hate hildan, bi piştgirêdan bi lêkolîn li hezaran belgename û qisên 270 şahidhalan, eşkere dike ku hêzên ewlehî û serbaziyên rejîmê bi armanca siyasî, regezî, netewî û olî, dest dane kuştar, îşkence, destdirêjiya cinsî û bêserşûnkirna bizorê.
Egnis Kalamar, Sikirtêrê giştî ê rêkxiravê tekezî ji vê kir ku belge tu gumanekê nahêl in ku desthilatdarên Tehranê bo bêdengkirina dengê Azadîxiwazî, hawara xwe birine ber hêza kuştinê.
Li beşeke din a raportê de hatiye ku Komara Îslamî bi awayekî taybet û bi mebesta cudakariya Îtnîkî, serkuta xwînawî bi ser pêkhatên Kurd û belûç de sepandiye.
Belavkirina çekên giran û qinasê li parêzgehên Kurdistan, Kirmaşan û Urmiyê bo mînaka eşkere ya wan tawanan hatine hejmarkirin.
Lêborîna navdewletî navê 87 berpirsên pile bilind ên rejîmê, (ji wan fermandên sipaha pasdaran, Firaca û wezareta navxwe) eşkere kiriye ku dibe rûbirûyê lêpêçîna sizaya navdewletî bin.
Sikirtêrê giştî ê Lêborîna Navdewletî hoşdarî da ku berdewamiya wan tawanan encama (Derbazbûn li sizaya ne) û daxwaz li civatgeha giştî a rêkxirava neteweyên yekgirtî û dadwerên seranserê cîhanê kir ku dadgeha taybet a navdewletî pêkbîn in û fermana girtinê bo tohmetbarên kuştarên Îranê der bikin.