Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevkariyên mirovî yên xelkê Kurdistanê bo zirardîtiyên erdheja Xoyê berdewam in

10:14 - 22 Şibat 2023

Di berdewamiya şandina hevkariyên mirovî yên xelkê Kurdistanê bo berketiyên erdheja Xoyê, xelkê mirovpewer ên devera Bokanê, hevkariyên xwe yên mirovî gihandine destê ziyandîtiyên erdheja Xoyê.

Roja Sêşemî 3ê Reşemeya sala 1401an a Rojî, û piştî banghêjîkirina xelkê Rojhilatê Kurdistanê bo komkirina alîkariyên mirovî bo berketiyên erdheja bajarê Xoyê, xelkê mirovperwer û xwedî helwîst ên gundên “Serdabad, Aşîgulan, Şerefkend, Husênabad û Acîkend” ên girêdayî bajarê Bokanê, di hewleke mirovperwerane de alîkariyên xwe gihandine destê zirarberketiyên erdheja bajara Xoyê.

Cihê gotinê ye ku desthilatdar û berpirsên rejîma Îranê, xelkê zirarberketiyên bajarê Xoyê piştguh avêtine û bi cihê vê yekê hevkariyê bi wan re bidin, hevkariyan bo welatên cîran dişînin.

Ji dema bûyera erdheja bajarê Xoyê heta niha, xelkê mirovdost û nîştimanperwer ên Kurdistanê tevî krîza aborî û bilindbûna nirxa kelûpelan û hewcehiyên destpêkî yên jiyanê li Îranê, bi berdewamî alîkarî bo berketiyên erdheja bajarê Xoyê şandinde.