Di berdewamiya xwenîşandanên dijî rejîma Îranê, roja Yekşemî 30ê Rêbendanê li bajarê Birêmêna Almaniyayê, xwenîşandaneke berfireh ji aliyê çalakvanên Almanî û Kurd ve hate lidarxistin.
Di vê xwenîşandanê de ku bi hilkefta 3emîn salvegera terorê li bajarê “Hanaw”ê hatibû rêkxistin, hejmarek zêde ji endamên ser bi Partiyên Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê beşdarî kiribûn û bi vê hilkeftê “Şehriyar Neqşbendî” gotarek pêşkêş kir.
Navbirî di gotinên xwe de bas ji zêdebûna gefa regezperestiyê li cîhanê bi taybet faşîstên rejîma Îslamiya Îranê li dijî netew û pêkhateyên netewî û olî li Îranê kir.
Herwisa li 29ê Rêbendanê jî, çalakvanên Kurdistanî û Îranî li bajarê “Birêmên”ê bo piştevanîkirin li şoreşa Jînayê, koreke siyasî û hunerî lidar xistin.
Li wir hejmarek zêde ji çalakvanên siyasî yên gelên din ên Îranê jî tê de beşdar bûn, herwisa endamê Hizba Demokrat “Şehriyar Neqşbendî” jî gotarek pêşkêş kir.
Navbirî di gotinên xwe de tekezî li ser hewcehiya xelkê Îranê bi yekîtiyê û bi taybet opozîsiyona dekomratîk û azadîxwazên Îranê li dijî rejîma Îslamî kir.
Di vê kombûnê de hunermend “Rafa û Mihemed Tahû” çend sirûdên şoreşgerî strandin.