Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzgeha Sinê pileya yekê ya bêkariyê di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heye

11:51 - 22 Şibat 2023

Pêka amarên ku hatinî belavkirin li derheq rewşa bêkariyê di Îranê de, parêzgeha Sinê di rewşek nebaş de ye û pileya yekê ya bêkariyê di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heye.

Navenda Amara Îranê li derheq rewşa bêkariyê di Îranê de li Payîza sala 1400an heta Payîza sala 1401an a Rojî, amarek belav kiriye ku pêka vê amarê li piraniya parêzgehên Îranê nirxa betaliyê nîvinciya %8.2 bûye, lê parêzgeha Sinê li Rojhilatê Kurdistanê %13.8 e.

Eva di halekê de ye ku nirxa betaliyê li parêzgeha Sinê 5.6 ji sedî zêdetir ji nêvinciya amara tevahiya Îranê bûye.

Nirxa betaliyê li parêzgeha Sinê Payîza sala derbasbûyî 10.9 hatibû tomarkirin, lê îsal 13.8 hatiye tomarkirin.

Herwisa nîvinciya nirxa betaliya ciwanan li tev Îranê %19.2 e, lê li Parêzgeha “Sinê” 42.1 hatiye tomarkirin.

Ji aliyek dinê ve jî, amara karê seqet jî, li tev Îranê %9.5 e, lê li parêzgeha “Sinê” %18.1 e; yanî xelkê parêzgeha “Sinê” du hemberê nîvinciya tevahiya parêzgehên Îranê nekarîne di hefte yan mehê de bi awayê standarda hatî dîyarîkirin, demjimêra karî hebin.

Ev amara ji aliyê navenda amarî ya Îranê ve hatiye belavkirin û amara betaliyê li parêzgehên netewên bindest ên li Îranê gelek ji wê amara hatî tomarkirin zêdetir e.