Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Em hikûmedteke demokratîk, sêkolar û federal dixwazin”

16:11 - 22 Şibat 2023

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di hevpeyvînekê de digel beşa Farsî ya kanala “BBC” li derheq şoreşa “Jîna”yê û paşeroja rejîma Îslamiya Îranê, basa vê yekê kir ku em wek Hizba Demokrat û gelê Kurd, amade nînin ku digel “Riza Pehlewî” hevkariyê bikin û em hikûmeteke demokrat, sêkolar û federal dixwazin.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, di hevpeyvînekê digel kanala “BBC Persian”ê ku roja Sêşemî 2ê Reşemeyê hatibû belavkirin, li derheq şoreşa “Jîna”yê û rewşa ku di wan çend mehan de li Îranê hatiye gorê, bas vê yekê kir ku serhildana gelên Îranê tev pîlanên rejîma Îslamî yên bo çêkiriya cudatî di navbera netewên Îranê de pûç kirine û gelên Îranê bi yekîtiyê ve “Ne”yeke mezin û pir wate bi rejîma Îranê re dane”.

“Mistefa Hicrî” li derheq rol û bandora Hizba Demokrat li rêkxistin û banghêjiyan bo xwenîşandana xelkê Kurdistanê di heyama wan çend mehan de got: “Piştî bi axsipartina Jîna Emînî, me wek Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, daxwaz ji xelkê kir ku grevan bigrin û birijne ser şeqaman, ew daxwaziya me bi awayekî berfireh bersiva erê pê re hate dan û ev yeka di vê demê de bû ku hemû Îran li xwe girt. Bi wateyek din, ew şoreşe ji Kurdistanê ve û bi rênimîniya Hizbên Kurdistanê hate şiklgirtin û Komara Îslamî jî vê demê ev yeka piştrast kir ku Hizbên Kurdî pêşrewê vê rêkxistinê bûne.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq çalakiyên leşkerî yên Hizbên Kurdistanî di meşa şoreşa “Jîna”yê de got: “Em bo vê ku ti hêcetekê bi Komara Îslamî re nedin ku karesata mirovî û kavilkariyan biafirîne, me ti tundûtîjiyek nekir û eger Komara Îslamî bixwaze bi şêwazeke bejayî êrîşê ser binkeyên me bike, emê berevaniyê li xwe bikin”.