Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsal 874 Hezar zarok ji xwandinê bê par man e

11:40 - 23 Şibat 2023

Roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê “Elî Axamihemedî” Cêhgirê Wezîrê navxweyê rejîmê ragihand ku, îsal 874 Hezar zarok û nûciwan ji xwandinê bê par mane.

Wî berpirsê rejîmê di gotinên xwe de eşkere kiriye ku, zêdetirîn amara nexwandevaniya zarokan li parêzgeha Sîstan û Belûçistan û Tehran ji xwe digirin.

Pêka amarên rejîmê li heyama sala 1399`an heta sala 1400`an koma nifûsa nexwadevan li Îranê 15 milyon û 600 Hezar kes hatiye texmînkirin, ji ber guhnedan û xizmetguzariyên rejîmê bo parêzgehên sînûrî, piraniya zarok û nûciwanên wan navçan ji xwendinê bêpar dimînin.

Ew amara zarokên bê par man ji xwandinê li Îranê, li halekê de ye ku pêka Plana Hilberîna Daraya rejîmê, hin ji milk û xwandingehên Wezareta Perwerde û Hînkariyê dê bên firotin.

Herwisa Saziya Xisûsîsaziya rejîmê rêzbendek belavkiriye ku, heta dibistan û xwandingehên ku xêrxwazan avakirin jî, weke milkê dewletî hesabkirine û piraniya wan danîne bo firotinê.