Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sine hêzên serkutker yên rejîmê hejmarek welatî binçav kirin

18:18 - 23 Şibat 2023

Îro Pênçşemî 4`ê Reşemeyê, hêzên serkutker yên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Sinê hejmarek welatiyên Kurd bi lêdan û tundûtîjiyê binçav kirin e.

Pêka dîmenên belavbûyî, hêzên rejîmê bi azardan, tundûtîjiyê û bi zorê ku hejmara wan welatiyên Kurd zelal nine binçav dikin û dixin hundrî maşînên polîsan.

Her di vê pêwendiyê de, duh Çarşemî 3`ê Reşemeyê, hêzên serkutker yên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Bokanê jî, 3`ê welatiyên bi navên “Efşîn Resûlî, Riza Mihemedriza û Mihemed Ferecî” binçav kirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Ev kiryarên dijî mirovî yên weke gazîkirin û binçavkirina bikom ya hêzên serkutker yên rejîmê, piştî şoreşa “Jîna”yê li bajarên Kurdistanê dest pê kiriye û heyamek berî niha jî hin serçaveyan ragihandin ku, hêzên rejîmê li bajarê Mihabadê, welatiyan bi hincetên cuda û bo cihên cuda gazî dikin û binçav dikin.