Pêka biryara Bajarvaniya bajarê Parîsê, navê “Xumeynî” bi yekcarî li bajaroka “Nofêl Loşato”yê hate reşkirin û dê berhemek hunerî bo piştevanîkirin ji şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê di wê bajarokê de bê çêkirin.
Pêka nûçeya rojnameya “Lîberasiyon” a Feransê, Bajarvaniya Parîsê navê Xumeynî bi sedema “binpêkirina kerameta mirovî” li ser bînaya vebîranîna Xumeynî li bajaroka “Nofêl Loşato”yê hate reşkirin û xelkê bajaroka Nofêl Loşatoyê jî gotine: “Êdî naxwazin navê Xumeynî digel navê “Nofêl Loşato”yê bê anîn, Xumeynî bi şansî hate wir û em dixwazin wê dîrokê bo hertimî ji bîr bikin”.
Di vê derheqê de parêzerê bajarvaniya Nofêl Loşatoyê tevî erêkirina vê biryara bajarvaniyê gotiye: “Tevî ku bînaya vebîranîna Xumeynî êdî ji nav çûye, hewce nake ku bajarvanî di vê derheqê de biryarekê bide”.
Herwisa bajarvaniya Nofîl Loşatoyê tevî qedexekirina danîna dubare ya bînaya vebîranîna Xumeynî biryar daye ku bo berevanî ji şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê berhemeke hunerî di vê bajarokê de danê.
Bajarvaniya Parîsê di vê derheqê de gotiye ku bînaya vebîranîna Xumeynî tevî methkirin ji Xumeynî, methkirin ji cinayetên rejîma Îranê û binpêkirina bo dom a mafê mirîvî bû, lewma ev yeka binpêkirina kerameta mirovî ye.