Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gila Gamlil: Take rêya pêşî girtin ji serkutkirina nerazîbûna li Îranê nehêlana destpêragihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî ye.

18:36 - 23 Şibat 2023

Roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê, Wezîra îtla`ata Îsraîlê di civîna “Rêberên Jin” ku li bajarê Tilavîvê birêveçû, ji Amerîka û welatiyên Ewropayê daxwaz kir da ku tehrîmên zêdetir û mciditir bixin ser Îranê.

Navbirî bernameya navkî ya Îranê, mezintirîn gef li dijî Îsraîl û herêmê da zanîn û got: Tehrîm tenê pêşîgirtina rejîmê bo gihîştin bi çeka navkî nine, belku dikare berbest be lihember serkutkariyên hovane yên nerazîbûnana bi dest hêzên serkutker yên rejîmê jî.

“Gila Gamlil” di berdewamiyê de got: Rejîma Îslamiya Îranê bo serkutkirina nerazîbûnan tundûtîjiyê bikar tîne û cîhan nikare li hember serkuta destpêkîtrîn mafê mirovî de bê deng bimîne.