Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatî Îranê bicih dihêlin û li Ewropayê dibine penaber/ di îsal de 21 hezar kes Îran bi cih hêlane

12:04 - 24 Şibat 2023

Hevwelatiyên Îranî bi awayekî berçav Îranê bicih dihêlin û ji bo penaberiyê ber bi welatên Ewropayê ve diçin û di îsal de zêdetir ji 21 hezar kes Îran bicih hêlane.

Pêka amara Komîsiyona Ewropayê (Eurostat) ku dawî amara sala 2022an e, hatiye ku heta niha zêdetir ji 21 hezar kesî ji Îranê hatine Ewropayê.

Amara hevwelatiyên ku Îran bicih hêlane û ber bi Ewropayê ve çûne li Kanûna Yekem a sala 2022an de 18,975 kes hatibû ragihandin, lê di daweiya sala 2022an de wate bi derbasbûna 5 mehan, %12 zêde bûye.

Ev amare di sala 2021an de 996 hezar kes hatibû ragihandin; û bi vî awayî li gor sala 2022an %50 zêde bûye.

Hevwelatiyên Îranê bi sedema nebûna kar, dabînbûna ewlehiya wan, girtin û serkutkirin û bê hêvîbûn ji jiyanê, neçar in ku Îranê bicih bihêlin û di welatên Ewropayê de bibin bi penaber.