Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê îtiraf kir ku Uraniyoma bi tîratiya %84 meyandiye

12:25 - 24 Şibat 2023

Rejîma Îranê ku di destpêka peydabûna Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %84 li binkeya navkî ya “Fordo”yê, berhemanîna wê red dikir, lê niha îtiarf kiriye ku ev Uraniyome hatiye meyandin.

Nûçegihaniya “Nornews” a girêdayî “Şêwreya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê”, roja Pêncşemî 4ê Reşemê, raporên lêlolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li derheq meyandina Uraniyoma bi tîratiya %84 li Îranê, bi awayê nerasterast piştrast kiriye; ev yeka di halekê de ye ku rejîma Îranê Uraniyoma meyandî red dikir û ev yeka bi fitneyeke welatên Rojavayî li dijî xwe binav kiribû.

Îtirafa nerasterast a rejîma Îranê bi meyandina Uraniyoma bi tîratiya %84 di halekê de ye ku berpirsên rejîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîst, rapora Nûçegihaniya Bilombergê li derheq peydabûna Uraniyomê bi tîratiya %84, givaşa siyasî, propagande û afirandina pirsgirêkan bo Îranê binav kiribûn.

Rejîma Îranê bo berhemanîna çeka navkî hewcehî bi Uraniyoma meyandî bi tîratiya %90 heye û hewlê dide ku bi her awayekê vê Uraniyomê bi dest ve bîne; lê welatên wekî Îsraîlê bi rohnî ragihandine ku vê derfetê bi rejîma Îranê re nadin ku destê wê bigihe bi bombeya navkî.