Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevî hebûna rewşa ewlehî li Belûçistanê, xelkê azadîxwaz rijiyane ser şeqaman

16:15 - 24 Şibat 2023

Îro 5ê Reşemeya 1401an a Rojî, azadîxwazên Belûç li bajarên Belûçistanê tevî hebûna rewşa ewlehî ji aliyên hêzên rejîmê ve, bi dirûşma “mirin bo sitemkar çi şah be çi rêber” rijiyane ser şeqaman.

Pêka vîdyoyên belavbûyî di nav torên civakî de, serhildêr û azadîxwazên Belûç piştî nimêja Înê rijiyane ser şeqaman û bi dana dirûşmên wek “sund bi xwîna hevalan em sekînandine heta dawiyê, mirin bo dîktator, mirin bo sitemkar çi şah be çi rêber, mirin bo Xamineyî, bê şeref bê şeref, girtiyên siyasî divê bêne azadkirin" xwenîşandana xwe li dijî dîktatoriya rejîma Îranê berdewam kirin.

Îro rejîmê ji tirsa serhildana xelkê ve li bajarên Belûçistanê înternet qut kiribû û "Nêtbilaks"ê jî, ev yeka teîd kir ku di Dizapê de lezgîniya înternetê daketiye.

Îro hêzên rejîma Îranê derdorê mizgevta Mekkî ya Zahidanê mîlîtarîze kiribûn û dest avêtin bi binçavkirina xelkê û wan bi lêdan û kutanê dehan kes girtin.

Di nav dîmenên hatinî belavkirin, hêzên tektîravêj yên rejîma serkutkar a Îranê li ser banê malan cihgir bûne û çavdêriyê bi ser xelkê xwnîşander de dikin.

Heta niha bi sedema nebûna înternetê di wan deveran de, zanyariyên serast ji serkuta xelkê ji aliyê hêzên rejîmê ve nehatine belavkirin.

Di xutbeta îro ya roja Înê ya mizgevta Mekkî de, Mewlana Ebdulhemîd dîsan li dijî rejîma Îranê bertekên tun nîşan dan û got: “Eger hûn nikarin arîşeyên xelkê çareser bikin vêde herin û bihêlin kesek ku bikare bê û arîşeyên xelkê çareser bike, bila bê ser desthilatê”.

Tevî vê ku li bajarên Belûçistanê xwenîşandana xelkê li dijî rejîma Îranê hebû, li bajarê Galîkêş yê ser bi parêzgeha Gulistanê jî, Tirkemen û Belûçan bi hev re ji bo piştevanîkirin ji mamoste Mewlewî Gergîç û xelkê Zahidanê rjiyen ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê dirûşm dan.

Bist û yek hefte bi ser kuştara xwînayî ya bajarê Zahidanê re debas dibe ku wê demê hêzên rejîmê nimêjkerên mizkevta Mekkî ya Zahidanê dane ber gulleyan û zêder ji 100 kes hatine şehîdkirin.